21/08/2026
EV ÇÛYÎN NE ÇÛYÎN E HEVAL…
49 can… 49 îradeyên ji pola.
49 stêrkên ku civîyane li dora rojê.
Û li pişt perdeyê, gelekên din ku me navê wan hêj nebihîstiye...
49 temenên ku di şerê hebûn û nebûnê de, rûmet û nasnameya gelê xwe bi serfirazî hilgirtine.
Ev çûyîn ne çûyîn e heval…
Rastiya çîp û tazî ye, ev fedaîbûna we ya ku ne stran ne pirtûk ne jî tişteke din têr d**e ji bo ravekirinê.
Meşa we, meşa ji pola bû ku ji armancekê re, ji paşerojeke azad re, xwe bexşê gelê xwe kiribû.
Lê piştî van bedelên giran,
Ma em ê dîsa û dîsa her tim behsa axaftina mirina we bikin? Axa vî welatî jî êdî nikare barê fedaîbûna we bigire ser xwe heval. Kezeba me d**e di devê me de bavêje êdî! Hewar e! Ev êşeke çawa ye?
Qey em ê her tim ew asîmanên azad ê ku we xewn û xeyala wê dikir,
Em ê di bin sîya taritiyê de li wî ezmanî bigerin?
Na!
Ji bo mîrasa ku we ji me re hiştîye, em ê li çongên xwe nexin.
Bêyî tu hincetî, erka me ya ewil xwedîderketina têkoşîna we ye.
Soz û peymana me ye ku em ê vê pêvajoyê bi serkeftineke birûmet dîyarî we bikin. Oxir be heval…