08/10/2023
https://youtu.be/ewZcziPUwDc?si=1o_Lp9E0TShHbbxP
Lem‘eya Yekemîn
Munacata Hezretî Yûnis Îbnî Meta (‘ela Nebiyyîna we eleyhîsselatû wesselam) munacata herî mezin e û wesîleyeke herî girîng a îcabeta duayê ye.
Kurtasiya qiseta meşhûr a Hezretî Yûnis (e.): Hatiye avêtin deryayê de, masiyek mezin ew dabelihandiye. Derya bibahoz û şev jî biteqereq û tarî û di rewşeke wisa de ku ji her aliyî ve hêvî nemayî (qutbûyî), (ev) munacata
لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اَنْتَ سُبْحَانَكَ اِنِّى كُنْتُ مِنَ الظَّالِمِينَ
ê bil*zgînî bûbû wasîteya rizgariya wî. Raza mezin a vê munacatê eve ye: Di wê rewşê de esbabî bîlkulliye suqût kirin. Lewra, di wê rewşê de ji boyî rizgarkirina wî (Hezretî Yûnis) zatekî wisa pêwist e ku divê serwertiya wî hem li ser masiyê hem li ser deryayê hem li ser şevê hem li ser atmosferê h**e. Lewra; şev û derya û masiyê di dijberiya wî de li hev kiribûn. Ew zatê ku van hersêkan pevre musexerî fermana xwe bike (ancax ew) dikare wî derxîne perava selametê. Eger xelk hemû xulam û alîkarê wî bana dîsa pênc pere faydeya wan çênedibû. Nexwe bandora esbabî tuneye. Ji ber ku bi eynel-yeqîn dît ku ji bilî musebîbul-esbabî tu penah (melce) tunene û raza ehediyetê di nav nûra tewhîdê de înkîşaf bû, vê munacatê ji nişka ve şev û derya û masî (jê re) musexer kir. Zikê masiyê bi wê nûra tewhîdê kire şûna keştîbinavê (tehtel-behr) û di nav dehşeta pêlên zelzeleyî yên bi qasî çiyayan de, derya bi wê nûra tewhîdê wek beriyeke ewle, meydaneke geşt û seyranê, bi wê nûrê rûyê asîmên ji ewran paqij kir û heyv wek lembeyekê li ser serê wî danî. Ew mexlûqatê ku ji her aliyî ve gef lê dixwarin û ew tezyîq dikirin, ji her aliyî ve rûyê dostaniyê nîşanî wî dan. Heta gihîşte perava selametê, di bin dara yeqtînê de çavdêriya wê lutfa Xwedê kir.
Lem‘eya Yekemîn Munacata Hezretî Yûnis Îbnî Meta (‘ela Nebiyyîna we eleyhîsselatû wesselam) munacata herî mezin e û wesîleyeke herî girîng a îcabeta duayê...