YPJ Rojava

YPJ Rojava Meet the Kurdish Women Fighting ISIS in Syria

(229)

Ji Raya Giştî û Gelê Me Re.Bi boneya Cejna Qurbanê, weke Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), we pîroz d...
27/05/2026

Ji Raya Giştî û Gelê Me Re.

Bi boneya Cejna Qurbanê, weke Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), we pîroz dikin. Em vê cejnê di serî de li malbatên şehîdên xwe yên qehreman , li malbatên fîdakar ên dîlgirtiyên (esîrên) şer ku bi hêvî û rûmet li bende ne, li gelê xwe yê berxwedêr, li tevahîya gelên suryê û li hemû şervanên ku li çeperên rûmetê diparêzin, pîroz dikin.

Cejn ji bo me wateya parvekirin, yekîtî û xurtkirina têkoşînê ye. Em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo azadiya hemû dîlgirtiyên xwe û parastina welat, destkeftiyên şoreşê û azadiya jinê bi her bihayî têbikoşin.

Cejna we pîroz be, her roj we azadî be.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)


👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21808
https://ypjrojava.net/ar/?p=23889
https://ypjrojava.net/en/?p=23408

2026 To the Public Opinion May 27, 2026 19 FacebookXPinterestWhatsApp On the occasion of the blessed Eid al-Adha, we, the General Command of the Women’s Protection Units (YPJ), extend our warmest congratulations and heartfelt greetings. On this occasion, we first address the families of our heroic...

27/05/2026

Mûmên Cejnê li Goristana Şehîd Dîcle.

Di atmosfereke bi heybet de ku tê de hestên xemgîniyê bi rondikên serbilindî û rûmetê re têkel bûn, bi sedan welatî ji malbatên şehîdan û xelkê herêmê, êvara roja yekem a Cejna Qurbanê ya pîroz, li Goristana Şehîd Dîcle civiyan da ku bîranîna zarokên xwe yên ku canê xwe di oxira azadî û rûmeta herêmê de feda kirine, zindî bikin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştî wê bi sedan mûm hatin vêxistin ku gorên koçbûyan li ser xaka goristanê ronî kirin, wek peyamek ku berdewamiya wefadariya ji bo xwîna wan û meşîna li ser şopa wan piştrast d**e.

Di tevgerek ku wateyên wefadariya nûbûyî hildigire de, gel gul li ser goran reşandin û çandin, di nav amadebûneke qerebalîx de ku qadên goristanê tije kirin, ku tê de wêneyên şehîdan bi gotinên serbilindiyê yên ku ji devê dayik û bavên wan derd**etin, hatin hembêzkirin.


👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21800
https://ypjrojava.net/ar/?p=23881
https://ypjrojava.net/en/?p=23400

24/05/2026

Penaber Efrîn: Em ê bi YPJ’ê û bi çeka YPJ’ê sûriyeke demokrat bidin avakirin.

Di 26’ê Nîsanê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan dest bi kampanyaya piştgiriya YPJ’ê kir.

Bi vê boneyê yek ji Fermandara YPJ'ê Penaber Efrîn diyar kir ku jinên ku berê nedikarî li hemberî sîstemê serî rake îro hemleyek dane destpêkirin ku xwedî li mîrasê jin derkeve û wiha anî ziman: ‘Bi îrade, bibîr û baweriya gelê me YPJ wê têkoşîneke bê hempa bide meşandin. Di heman demê de wê xwedî li xeta fedayetî ku li Rojavayê Kurdistanê hatî kirin û di heman demê de xwedî li banga jinan derbikeve.’


👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21781
https://ypjrojava.net/ar/?p=23864
https://ypjrojava.net/en/?p=23383

Li ser banga lîstikvanên tîma futbolê ya jinan a Hîlalê, Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) “Rohilat Efrîn”, tevî...
23/05/2026

Li ser banga lîstikvanên tîma futbolê ya jinan a Hîlalê, Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) “Rohilat Efrîn”, tevî Berdevka YPJ’ê “Roksan Mihemed” û endama Meclîsa Leşkerî “Destîna Heleb”, pêşwazî li tîma jinan a Hîlalê kirin, da ku pirsgirêkên dawî yên girêdayî meşa tîmê û lîstikvanan nîqaş bikin.

Di hevdîtinê de, nîqaşên berfireh li ser rastiya weşana werzîşa jinan û rûbirûbûna astengiyên li pêşiya lîstikvanan hatin kirin. Herdû fermandaran piştgiriya xwe ya tam ji bo meşa lîstikvanên Hîlalê ya li hundir û derve nîşan dan, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya piştgiriyê kirin da ku pêşkeftina tîmê bê parastin û lîstikvan bikaribin di qonaxa bê de destkeftiyên mezintir bi dest bixin.


👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21773
https://ypjrojava.net/ar/?p=23854
https://ypjrojava.net/en/?p=23375

Şandeya Partiya Jinan A Komînist A Sosyalît Serdana YPJ’ê Kirin.Şandeya Partiya Jinan a Komînist a Sosyalît îro serdana ...
20/05/2026

Şandeya Partiya Jinan A Komînist A Sosyalît Serdana YPJ’ê Kirin.

Şandeya Partiya Jinan a Komînist a Sosyalît îro serdana YPJ’ê kirin. Şande ji aliyê Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed, Endama Konseya Leşkerî Destîna Heleb û Endama Konseya Leşkerî Berxwedan Qamişlo ve hatin pêşwazîkirin.

Di şandeyê de Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roksen Mihemed axivî û wiha anî ziman: ‘Çalakiyên gel ên ji bo zimanê Kurdî, ew bîr û bawerî ku wî hestê destpêka Şoreşê dide me. Ji bo vê mirov çi bike jî mirov deyndare, taybet di vê demê de. Deynek pir mezin ya vî gelî di stuyê me de ye em ê hewl bidin layîqî vî gelî derkevin.’

Her wiha di dawiya hevdîtinê de Şandeya Partiya Jinan a Komînist a Sosyalît wêneyê jina pêşeng Sakîne Cansiz (Sara) diyarî YPJ’ê kir.


👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21762
https://ypjrojava.net/ar/?p=23843
https://ypjrojava.net/en/?p=23365

Address

Qamishli

Website

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when YPJ Rojava posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Share