Pall Weşan

Pall Weşan P

"Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de"AGATHA CHRISTIEJi îngilîzî: Dibar ÇelikDERKET!https://www.pallwesan.com/detail/3062-ku...
23/09/2026

"Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de"
AGATHA CHRISTIE
Ji îngilîzî: Dibar Çelik

DERKET!

https://www.pallwesan.com/detail/3062-kustina-di-ekspresa-rojhilate-de

"Zivistaneke xedar, berfeke bê hed û hesab. Piştî nîvşevekê Ekspresa Rojhilatê di nav sêfiyên berfê de asê dimîne û nikare bi rêya xwe berdewam be. Ev trêna bêhawe ku di demeke wisa de ecêb şên û qelebalix e, destê sibehê bi qewamekê diheje: Karsazê amerîkî di kompartmana xwe de bi duwazdeh derbên kêran hatiye kuştin û tew deriyê wî jî ji hundir ve qefilandî ye. Tam di wê demê de dedektîf Hercule Poirot jî li wir e ku ji Helebê lêxistiye hatiye û dê vegere Londonê. Wezîfe li ser Poirot dimîne û divê bûyerê ron bike. Gelo dê bikare şopa vê kuştinê bigerîne û bizane kê çima kuştiye?

Agatha Christieya ku wekî şahbanûya edebiyata polîsî tê zanîn, kitêbên wê tevî wergerên wan zêdetirî du milyar nisxeyan hatine firotin û li zêdetirî 100 zimanan hatine wergerandin. Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de ku cara ewil di 1934an de tê çapkirin û yek ji romanên kult ên edebiyata polîsî tê qebûlkirin, bi wergera Dibar Çelik me dikişîne nav dalanên mişt bi raz û şaşwaziyan dagirtî."

erz Qasim PîroÇAPA 2YEMDERKET!https://www.pallwesan.com/detail/1-lerzGula Strîstanka ya piştî gelek kêferatan terka mêrê...
22/09/2026

erz
Qasim Pîro

ÇAPA 2YEM
DERKET!

https://www.pallwesan.com/detail/1-lerz

Gula Strîstanka ya piştî gelek kêferatan terka mêrê xwe d**e û du zarokên xwe bi cih dihêle, ji Stembolê dide rê tê li Diyarbekirê bi cih û war dibe. Bi israr û hewldana hevaleke xwe dest pê d**e romaneke otobiyografîk dinivîse lê çi bigire hê di nîvê rê de nikare projeya romana xwe bibe serî. Romana nîvco ya ku paşê dê navê Lerzê bigire, diçe ber destê Brahîm Aramê nivîskarê naskirî li Diyarbekirê û Aram romanê ji cihê mayî temam d**e, li ser navê xwe dide çapkirin.

Ev romana ku ji aliyê du nivîskaran ve hatiye nivîsîn û bi lîstikên edebî dagirtî ye, bi pirvegêrî, pirdengî û çîroksaziyeke têkel neynikê dide ser gelek aliyên civaka me, hin caran rexneyê lê digire û me vedikişîne nav hesabpirsînekê: rev(andin), kuştin û binpêkirina jinan; serdestiya mêran, malbat û civatê; nakokî û dubendiya partî û partîgiran; pevçûnên dînî-neteweyî; cerdevanî û derketina çiyê; komên xwendinê û civat û caxiyên nivîskaran; nîqaşên ziman û edebiyatê… û heta bi Pallê jî, dibin mijara vê romanê.

📢 Em bi hemû berhemên xwe yên nû û yên berê, li Fûara Kitêban a Diyarbekirê ne.Em li benda we ne.📆 26.09.2026 - 04.10.20...
21/09/2026

📢 Em bi hemû berhemên xwe yên nû û yên berê, li Fûara Kitêban a Diyarbekirê ne.

Em li benda we ne.

📆 26.09.2026 - 04.10.2026
🕖 10.00 - 20.00
📍 Mezopotamya Uluslararası Fuar ve Kongre Merkezi

Salon: 2
Stand: 209

ME ÇI XWEND ÇI NEXWENDAmadekar: Fahriye AdsayDERKET!https://www.pallwesan.com/detail/3057-me-ci-xwend-ci-nexwend"Dema em...
18/09/2026

ME ÇI XWEND ÇI NEXWEND
Amadekar: Fahriye Adsay

DERKET!

https://www.pallwesan.com/detail/3057-me-ci-xwend-ci-nexwend

"Dema em behsa tecrubeyên xwe yên xwendinê dikin, em behsa dîroka xwe ya nêz jî dikin wek parçeyek ji dîroka sosyolojiya me ya xwendinê û parçeyek ji epîstemolojiya me. Bi vê behsê re em li pey xwe vedigerin û li ser xwendinên xwe difikirin, wan dinirxînin.

Ev xebat vexwendinnameyek e jî ku em xwe bêhtir bikin mijara nivîs, fikirîn û nirxandinê; belkî bikarin mihasebeyekê bikin di ser xwendinên xwe re; ya giringtir, hev nas bikin, dawa xwe ji hev re vekin. Em bi hev re binêrin ka xwendinê û kitêban çi dane me, çi ji me birine. Dibe ku mihasebeyeke kolektîf a jidil û semîmî ya li ser xwendin û ne-xwendinên me yên nexasim 60-70 salên dawî bibe bingeha zemîneke nû ya nîqaş, fikir û şiroveyên nû. Xwendin çiqas parçeyek ji jiyana me be, rûbirûbûna bi xwendinên xwe re dibe ku rêyên nû veke li ber me. Tu rê venebe jî, qet nebe dikare şiyana me ya fikirînê xurttir bike, kaniyên me yên fikrî yên xetimî veke."

Nivîskar: Asya Xerzan, Beyar Bavî, Çidem Baran, Fatma Savci, Ferzan Şêr, Fırat Aydınkaya, Haşim Ahmedzade, Jana Seyda, Perwîz Cîhanî, Receb Dildar, Ruşen Arslan, Ümit Fırat

"Deftera Mezin"AGOTA KRISTOFJi fransî: Ergin ÖpenginDERKET!"Du zarokên cêwî, ji ber şerê li bajarê wan, ji dayik û bavên...
14/09/2026

"Deftera Mezin"
AGOTA KRISTOF
Ji fransî: Ergin Öpengin

DERKET!

"Du zarokên cêwî, ji ber şerê li bajarê wan, ji dayik û bavên xwe cuda dibin û li bajarekî biçûk ê ser hidûd li cem dapîra xwe dimînin. Li aliyekî dapîra çikûs û dilreq, li aliyekî jî şertên şer jiyanê li wan zehmet dikin. Ji bo serederîkirinê, du bira dê mil bidin hev û di temenê xwe yê zarok de dil û giyanê xwe perwerde bikin û bi naîviyeke heqîqî li dijî her xetereke ji derve tê ser wan rawestin.

Agota Kristof di romana Deftera Mezin de bi rêya ziman û şêwazeke pir sade û dûrî her xemilandinekê, rastiya şidet û tundiya jiyanê radixe ber çavan. Bi rengekî ne dûrî tecrubeya dîroka nêzîk a kurdan, nîşan dide ka çawa zarok pêşwext mezin dibin, mirov ji reh û nirxên xwe biyan dibin, dagîrkerî gelek caran bi tenê reng û rû diguhere û têldiriyên hidûdan dibin xeta di navbera jiyan û mirinê de.

Romana ku yekem xeleka Sêbareya Cêwiyan e, tevî Delîl û Derewa Sêyem, xelata baştirîn romana ewropî ya 1987an wergirtiye û bo zêdetirî çil zimanan hatiye wergerandin.

Deftera Mezin, bi wergera Ergin Öpengin, zêdebarî ziyafeta edebî, herwiha derfetek e ku em bêtir li ser rêçên vegêrana karesatên dîrokî di edebiyata kurdî de bifikirin."

Hûn dikarin niha ji malpera me pallwesan.com û kitêbfiroşên xwe bixwazin.

“Barê dinyayê giran e. Ewqas çiya û mirov. Her zebeşekî Amedê herî kêm deh kîlo ye. Du firingiyên Licê kîloyek e. Ev din...
06/09/2026

“Barê dinyayê giran e. Ewqas çiya û mirov. Her zebeşekî Amedê herî kêm deh kîlo ye. Du firingiyên Licê kîloyek e. Ev dinya dê çawa zû bigere. Her tişt her roj mezin dibe. Barê dinyayê heta evarê deh hezar caran girantir dibe. Dinya di rê de nemîne jî baş e. Kîjan kêmaqil dikare bibêje îro dê biqede û bibe sibe? Hatina roja îniyê ne eseh e ku –jixwe roja xêran e‒ hatina roja duşemê eseh be. Teewww! Belkî, yekî di tariya fezayê de singekî tûj di dinyayê de cit kiribe! Eger dinya di cihê xwe de bimîne? Eger destekî nûranî cihê dinyayê biguherîne û ji rojê dûr bixe, roja îniyê dê çawa biqede? Ew dê çawa bibe sibe û roja duşemê bê? Na... bi Xwedê na... Roja duşemê nayê! Ez dizanim nayêêê!”



https://www.pallwesan.com/detail/906-kaxeza-vala

Rêveberiyeke ku projeyên deryayî bo welatekî bêderya bi rê ve dibe. Rêveberekî ku vediguhere dîktatorekî. Xebatkarên ji ...
03/09/2026

Rêveberiyeke ku projeyên deryayî bo welatekî bêderya bi rê ve dibe. Rêveberekî ku vediguhere dîktatorekî. Xebatkarên ji bilî serhildanê çi rêyek li ber wan namîne. Dîstopyayeke ku mîta Kaweyê Hesinger berovajî d**e û ji nû ve şirove d**e digel amajeyên bo gelek aliyên cuda yên civak û dîroka me. Orgazmên Ejdehayekî bi zimanê rewan û metelhêl ê Vehêl Mihsin, silaveke xurt dide romana kurdî.

“Tu... Erê tu, ewê çavên wî bi van peyvan ve pehn bûne, min behsa te ye xwandevanê vê pirtûkê, te çend derewên şîrîn li xwe kirine? Te çend rêkên dirêj yên li nava tariyatiyê hilbijartine li şûna meşîna li jêr ronahiyê, tenê da kes kirêtiya te nebîne? Eve danûstandinek e digel te. Erê, te xwe di nava dîwarên vê zîndanê da li çi qulaçan nedîtiye? Min divê pirsiyareka dî ji te bikim, ma tu nizanî dê ejdeha bê kuştin, wekî di hemî çîrokên dûmahiya wan xweş da tê gotin? Pa çi we d**e tu zêdetir vê pirtûkê bixwînî? Eve min li vêrê gote te, çîrok bi vî rengî bi dûmahîk tê. Neçe li wan rûpelan negere yên risteya kuştina wî tê da tê vegêran.”

https://pallwesan.com/detail/193-orgazmen-ejdehayeki

"De, hûn jî, ey behremendên tewşo mewşo!Ey ciwanên dişibin hevdu!Eger hûn jî dixwazin, her yek ji we dîtineke şexsî û şê...
31/08/2026

"De, hûn jî, ey behremendên tewşo mewşo!

Ey ciwanên dişibin hevdu!

Eger hûn jî dixwazin, her yek ji we dîtineke şexsî û şêwazeke taybet û dengekî xwe yê serbixwe h**e, eşkere bo we dibêjim: teqlîda min nekin; herin ji serleşker û kolonel û cîgirên kolonel û paşayên helbesta kurdî re bêjin: Hûn rût in!"

https://www.pallwesan.com/detail/834-stranen-romantik-en-durewelatiye

Address

Diyarbakır
21000

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Pall Weşan posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Contact The Business

Send a message to Pall Weşan:

Shortcuts

Share

Category