31/07/2026
Xewn
"...Şaş ma, xwest ciwantîya bavê xwe bîne ber çavê xwe, nehat, nedihat, xuya bû heta wê gavê bala xwe baş nedabû bavê xwe yê ku çil û sê sal bi hev ra jîyabûn. Destê xwe li laşê bavê xwe gerand. Ber bi stûyê wî ve bir, tu livek tune bû. Miribû. Li çavên wî yên nîvvekirî nêrt, destê xwe li ser rûyê wî gerand. Bedena ku ji nod sali zêdetir şixulîbû û qet nesekinîbû, êdî sekinîbû..."
Meraq û Mikurîyek
"... Hertim jîyana min a yekta dihat
bîra min, hew jîyaneka min hebû. Ne wekî şorbeyekê bû ku wextê bîsokî bibûya min birijanda û yeka nû bidaya ser. Yeka tenê bû. Mirovan ev pirî caran ji bîr dikir û jîyana xwe ya yekta dikir qurbana kes û tiştên beredayî..."
Du Rêwî
"...Tebax bû, dinya bi têra xwe germ bû. Canika me... Em ê çawa ji peyva canika me xelas bibin? Navê wê, Şevîn bû. Şevîna me... Em ji meyê jî xelas bibin. Şevînê, çenteyekî çermîn ê reş û mezin avêtibû milê xwe yê
rastê, pirtûkek di bin çengê wê da bû, porê wê yê reş, dirêj û dûz, mîna
çemekî fitil dabû xwe û ji ser milê çepê ve hatibû xwarê, fîstanê wê yê soreve û piçek fireh, du tili li ser kabokan bû..."
Rik, Bahoz Baran, Çîrok, Weşanên Wardozê, 2022.
Wêneyê Bergî: Redî Seîd
Di vê pirtûkê da neh çîrokên Bahoz Baranî hene. Ev çîrok ji alîyê hûnak, ziman û mijarê ve derîyê asoyên nû li çîroknivisîya kurdî vedikin.
Naverok:
Meqes •9 Xewn •19 Cezayê Ezraîlî •35 Hundir •45 Meraq û Mikurîyek•65 Du Rêwî •75 Kevirên Serhişk •83 Rik •95 Daxwaza Dawî •117
Hûn dikarin li ser malpera me sparişên xwe bidin.
wardoz.com/tr/kitap/rik-p…