30/12/2025
BERHEMÊN NÛ | Weşanên J&J
ŞOP | Aryen Mendi
Helbest
Weşanên J&J
Bihurîne sal û demsal, wêran bûye axa welat û ez di nava geremol û tunebûneke bêdawî de, li qesasên bav û kalên xwe digerim...
Gund kavil, xanî xirbe, mizgeft û meqber bê serban...
Xitimîne şivarêk, windabûne hemû şop û tiştek nemaye wekî berê li şûna xwe...
Ne civat, ne tenûr, ne hewş û ne jî stûnên bin ban...
Ihi.
Aş çûye û Ez bi dû çeqçeqê ketime sera pîran...
Û geh ber bi jor û erwaz û geh jî serberjêr û ber bi xwar ve dibezim ez...
Nivîskar Aryen Mendi kî ye?
Aryen Mendî, di sala 1974an de, li navçeya Stewra ku bi ser Bajarê Mêrdînê ve giredayî ye tê dinyê. Piştî ku di temenekî ciwan de derbasî metropolên Tirkiyê dibe, bi salan belavkariya çapemeniya azad û bi taybet jî Rojnameya Azadiya Welat kiriye. Evîndar û dildarê Zimanê Kurdî Aryen Mendî, ji sala 2009an bi şûn de ji, bi qasî 4 salan di bin banê TZP– Kurdî de perwerdeya zimanê Kurdî daye zarok û ciwanên metropolan.
Mendî, bi Tirkî, Îngilîzî û Almanî dizane. Ew zewiciye û bavê kur û keçekê ye...
Berhemdarî:
Hedokê (Pelgeroman), J&J, 2022 – Amed
Bêndera Bin Palasê (Helbest), J&J, 2022 – Amed
Dîwana Mîran (Helbest), J&J, 2023 – Amed
Awazên Hûnandî (Helbest), J&J, 2023 – Amed
134 Roj (Roman) J&J, 2025 – Amed
Şop (Helbest), J&J, 2025 – Amed
AGAHIYÊN PÊWENDIYÊ Û NAVNÎŞANA XWESTINÊ
AJANS J&J: Kooperatifler Mh. Rizvan Ağa Cad. Öz Emek Apt. A Blok No: 33 Daire No: 1 | 21100 Yenişehir | DİYARBAKIR
| Telefon: +90 412 228 36 06
| Mobile: +90 533 436 58 54
| web: www.ajansjj.com
| email: [email protected]
| [email protected]
| facebook: fb.me/jjyayinlari
| instagram: ajans_jj
| X (twitter): ajans_jj