Bianet Kurdî

Bianet Kurdî Beşa bi zimanê Kurdî ya bianetê Bianet.org



Ji Çiriya Paşiyê ya sala 2000ê ve weşana xwe didomîne. Bala xwe dide ser mirov,jin, zarok û azdiya ramanî.

Du sernivîser, deh edîtor û peyamnêrek nûçeyên rojane diweşînin. Berpirsiyariyên xwe yên ji bo etîkê û polîtîkayê dizane. Bianet.org ji malpereka bingehîn û şeş malperên pê ve girêdayî pêk tê. Pencereya Jinan

Di heqê mafên jinan de agahiyan dide. Bûyerên binpêkirina mafên jinan, teqîp d**e. Berpirsiyarîyên etîk û polîtîk dizane. Malpera Zarokan

Agahiyên li ser mafên zarokan dide. Zarok bi nivîs

ên xwe behsa xwe û dinya xwe dikin. News in English

Malpereka Biayê ye ku bi zimanê Ingilîzî nûçeyên navneteweyî belav d**e. Biamag

Biamag kovareka magazînê ya hefteyane ye. Nivîsarên li ser bûyerên rojane, nivîsên ne li ser bûyerên rojane, nûçeyên çand û hûnerê, çalakî û gengeşiyên sîyasî têne weşandin.

18/03/2024

Koma Kampanyayê ya Dagirkeriya li Filistînê bidawî bikin, duh li Enqereyê çalakiyek pêk anî. Çalakî li Kolana Konûrê pêk hat. Partiyên çep, sosyalîst û rêxistinên civakî yên demokratîk koma navborî ava kiriye.

18/03/2024

Polîsan berê nûçegîhanên bianetê Tûgçe Yilmaz û Alî Dînç asteng kirin ku bûyerên desteserkirinan dişopandin. Paşê ew devûrû danîn erdê derb li wan dan. Polîsan Yilmaz û Dînç desteser nekirin û serbest kirin. Nûçegîhanên bianetê wê giliyê polîsan bikin.

15/03/2024

Endamê Desteya Rêvebir ê KCKyê Mûrat Karayilan bi Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û got: “Di Newrozê de, di nava çendek rojên pêş de em ê mizgîniyê bidin gelê xwe. Dê ev mizgînî bi daxuyaniyeke nivîskî were ragihandin. Ev mizgînî dê di bilindkirina têkoşîna me de bib...

15/03/2024

Waliyê Çanakkaleyê ragihand ku 4 kes rizgar bûn, di nava miriyan de 2 pitik hene.

15/03/2024

Kirîna dengin a bi pereyan ne tenê pirsgirêka partiyên siyasî ye, pirsgirêka hemû civakê ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê têkoşîneke berfireh pêwîst e.

14/03/2024

Nexwe rondikên ku edebiyat dide barandin, ji yên ku jiyana derveyê edebiyatê dide barandin pirtir in. Û derya ne ji avê, lê ji rondikên xwendevanan ên li ser evîndar û delodînên edebiyatê çêbûne?

14/03/2024

Rojnameger ji bo derxistina ji kar, kêmbûna mehaneyan û keda rojnamegerên serbixwe kar dikin protesto bikin, dest bi grevê kir.

IHD: Li girtîgehên herêma Marmarayê di salekê de 2 hezar û 257 bûyerên îşkenceyê pêk hatine”
14/03/2024

IHD: Li girtîgehên herêma Marmarayê di salekê de 2 hezar û 257 bûyerên îşkenceyê pêk hatine”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya IHDyê rapora xwe ya derbarê girtîgehên herêma Marmarayê de aşkere kir. Li gorî raporê di salekê de bi kêmanî 2 hezar bûyerên îşkenceyê û kiryarên xirab pêk hatine.

13/03/2024

Dadgehê ji ber ku pehîn li Erosê xistibû û ew kuştibû, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Îbrahîm K.yî birî û derketina wî ya derveyî Tirkiyeyê qedexe kir.

13/03/2024

Namzetên DEM Partiyê diyar kir ku “Em wek namzetên hevşaradariyên Partiya DEMê û hemû endamên meclîsên me, di çarçoveya rêvebiriyên xwecihî yên pirzimanî û pirçandî de, bi taybetî ji ber rastiya rewşa zimanê kurdî û çanda kurdewar, dê di hemû kar û xebatên xwe de zim...

141 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmedî nayê girtin
13/03/2024

141 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmedî nayê girtin

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1ê Çiriya Pêşiyê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25ê Çiriya Pêşiyê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li...

Address

Sisli

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Bianet Kurdî posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Share